Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roja Yekşemê 28’ê Gulanê tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê wê pêk bê. Li nûnertiyên derveyî welat û deriyên gumrikê xebatên dengdanê dest pê kir. Ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve ji bo hilbijartinên 28’ê Gulanê li 151 nûnertiyên Tirkiyeyê yên li 73 welatan li 167 cihan sindoq hatin danîn. Hilbijêr wê di navbera namzetê Tifaqa Cûmhûr Tayîp Erdogan û namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû de wê tercîhê bike.
CIH Û DEMÊN DENGDANÊ
Dengdayîna li nûnertiyên derveyî welat wê heta 24’ê Gulanê berdewam bike. Kesên dixwazin ji bilî nûnertiyan li gumrikan deng bidin jî dikarin heta 28’ê Gulanê saet di 17.00’an de deng bidin. Dengdayîna nûnertiyên derve, di navbera dîrokên ji bo wê nûnertiyê hatine îlankirin de nava hefte û dawiya hefteyê di navbera saet 09.00 û 21.00’an de li bajarên girêdayî konsolxaneyan jî bi saeta herêmî di navbera saet 09.00 û 18.00’an de dikare bê kirin. Hilbijêrên derveyî welat, dikarin li her nûnertiyeke hatiye diyarkirin an jî li her gumrikê deng bidin. Ji bo vê dengdayînê hewcehî bi randevûyê tune.
CIWANÊN KU PIŞTÎ TÛRA YEKEMÎN 18 SALIYA XWE TIJÎ KIRINE JÎ DIKARIN DENG BIDIN
Dîsa kesên ku beriya 29’ê Gulana 2005’an ji dayik bûne, ango yên ku piştî tûra ewil 18 saliya wan tejî bûye di tûra duyemîn de wê bikaribin dengê xwe bidin.
Ji van hilbijêran tê xwestin ku li ser malpera fermî ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê qeyda xwe ya di lîsteya hilbijartinê ya dervî welat de kontrol bikin.
Hilbijêrên ne qeydkirî divê biçin konsolosxaneyê û qeyda hilbijartinê ya derveyî welat bikin.
Dengên ku li derveyî welat bê bikar anîn wê mîna ya tûra yekem bînin Tirkiyeyê. Dengên ku bi koreya dîplomatîk derbasî Tirkiyeyê bên kirin, wê di 28’ê Gulanê de piştî dengdana li Tirkiyeyê biqede, bên hejmartin.
LI AWÛSTRALYAYÊ KELECANA TÛRA 2’YEMÎN
Li gorî agahiyên Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Sydney a paytexta Awûstralyayê ku tûra 2'yemîn a ji bo hilbijartinên Serokkomariyê dest pê kir, tevlîbûneke zêde ya hilbijêran heye. Endamên koordînasyonê diyar kirin ku, di roja ewil de li ser navê Partiya Çepên Kesk erkdar ji bo sindoqan hatine diyar kirin û gotin “Ji roja Sêşem û Çarşemê ve ji bo girseyê bînin ser sindoqan em dixebitin. Ji bo hilbijêran ji sê nuqteyan veguhezîne me wesayitek saz kir. Me li her nuqteyekê 10 wesaît rêz kirine. Eleqeyek mezin a gel heye. Di roja ewil de 1250 kesan deng dan. Di heman demê de, rewş li Melbourne jî wisa ye."
MARSÎLYA
Li Marsîlyayê ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê mal, qehwexane û kargeh yek bi yek tên ziyaretkirin û ji bo gel bên ser sindoqan xebat bênavber dewam dikin.
Komîsyonên bajar, navçe û gundan hatin avakirin û xebat hatin destpêkirin.
Li Marsîlyayê jin û ciwan li kargeh, mal û qehwexaneyan geriyan û peyama "Em karê ku me neqedandiye biqedînin" dan.
Li bajarê Marignane, qehwexane û mal hatin ziyaretkirin, konvoya wesayîtan a Partiya Çepên Kesk hate rêzkirin.
Dîsa di dawetan de axaftin hatin kirin û bang li gel hate kirin ku biçin ser sindoqan.
LI ELMANYAYÊ JÎ GEL LI SER SINDOQAN E: GUH BIDIN DENGÊ WIJDANA XWE
Welatiyên ji Tirkiye û Kurdistanê yên ku li bajar û navçeyên derdorê bi taybet li Hambûrg, Kîel û Flensbûrg a Elmanyayê xwestin dengê xwe bidin, ji danê sibehê ve li ber Konsolosxaneya Hambûrgê ketin dorê.
Rojnamevan Adîl Yîgît ku em pê re li ber konsolosxaneyê axivîn, diyar kir ku ev hilbijartin di navbera demokrasî û dîktatoriyê de tercîhek e û got, "Divê her kes guh bide dengê wijdanê xwe û deng bide."
Nûnerê Civaka Elewî ya Hambûrgê Huseyîn Kayaturan jî got, "Em ji bo demokrasî û mafê mirovan deng bidin. Em dengê xwe bidin Kiliçdaroglû."
Parlamenterê Partiya Çep a Hambûrgê Metîn Kaya jî got, "Hemû gelê me yê li Hambûrgê dijîn, divê bêyî bikevin nava xemsariyek û bi hişmendiya berpirsyar tevbigerin û dengê xwe bidin. Ger em berpirsyariya xwe pêk bînin em ê teqez bi ser bikevin."